Gola Erçekê û der û dora wê ji yek bihûştên çûkan ên Tirkiyeyê ye. Li gor salên berê îsal zêdetir flamîngo hatin golê.

Midûrê Navenda Rehabîlîtasyon û Parastinê ya Heywanên Biyanî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Logman Aslan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku gola Erçekê ji 150 cureyî zêdetir çivîk hene û ji ber ku li vir nêçîr qedexe ye gelek cure civîk bi rehetî dijîn

 

"Flamîngo li gor salên berê zêdetir in

Aslan got ku flamîngo ji Afrîkaya bakur heta Îranê diçin û wiha axivî: "Îsal ji ber hewayê û bilindahiya ava golê filamîngo dereng hatin, lê li gor salên berê hejmara wan zêde ye. Welatiyên me yên ku dixwazin dema ku roj diçe ava temaşe bikin dikarin werin taxa Karagunduzê û li wir di nav xwezayê de dema xwe derbas bikin. Li gola Erçekê her demsal civîk û heywan hene. Dema ku flamîngo herin îja qubeqaz wê werin. Welatiyên me yên ku dixwazin qulingan, werdekan û civîkên din bibînin li vir bê alet û edawat, bi çavê xwe dikarin 50 cure civîkî bibînin."

 

"Êrîşên nêçîrvanan ji sedî 60 kêm bûn"

Aslan anî ziman ku ji ber xebatan û agahdarkirinan nêçîrvan êdî wek berê nêçîrê nakin û wiha axivî: "Berê nêçirvanan nêçira heywanên biyanî dikir an jî ji ber qezaya trafîkê heywan dimirin. Ji ber piştgiriya çapemeniyê û xebatên me di heyama dawîn de hejmara heywanên ku tên kuştin kêm bû. Li gor berê ji sedî 50 û 60 seyda nêçîrvanan kêm bû. Li hember vê, ji ber ku zû hêlîna xwe terk dikin, diwestin an jî nexweş dikevin heywan kêm dibin."

Editör: TE Bilisim