Pevçûnên li Amedê zirarên mezin dide berhemên dîrokî. Berî niha Minareya Çarpê niha jî Mizgefta Kurşunluyê. 6 Partiyên Kurdî di derbarê şewitandina Mizgefta Kurşunluyê û pevçûnên dawî de daxuyaniyek dan û ji herdu aliyan daxwazkirin ku, pevçûnan demildest bidin sekinandin. Daxuyanî wiha ye:

Em şewitandina Mizgefta Kûrşûnlûyê ya dîrokî rûreş dikin

Mizgefta Kûrşûnlûyê ya li Navçeya Sûr a Amedê , li ber çavên mirovahîyê tê şewitandin. Ewilî li vê navçeyê Mînareya Çarpê hate gulebaran kirin.Paşê li ber vê Mînareyê Tahîr Elçî hate qetilkirin. Niha jî Mizgefta Kûrşûnlûyê tê şewitandin. Tiştê ku îro tê şewitandin, ne bes mizgeftek e; her weha wîjdan, hiş û dîroka Amedê û  Kurdistanê tê şewitandin. Navçeya Sûr a Amedê, ji ber vî şerî, ji ber van pevçûnan wêran bûye. Birîneke kûr di aborî û jîyana  vê derê de vebûye. Bi dehan mîrasên dîrokî di bin xetereyeke mezin de ne. Peymana Laheyê(Peymana Di Rewşên Pevçûnên Çekdarî  De Parastina Mîrasên Kulturî )ya UNESCOyê,di 14.05.1954ê de hate îmzekirin û di 7.09.1956ê de wek resmî hate cîbicî kirin.Li gel Tirkîyê 129 dewletan ev peymana qebûl û  îmze kirine. Em bangî UNESCO ya ku Baxçeyên Hewselê û Sûrên Amedê wek ‘’Mîrasên Kulturê yên Cîhanê’’ pejirandîye dikin, em bangî 129 dewletên ku Peymana Laheyê îmze kirine diki em bangî  hemû mirovahîyê dikin: Nehêlin mîrasên me, mîrasên mirovahîyê bêne qetil kirin. Rê li ber vê qetlîamê bigirin. Em bangî Dewleta Tirkiye dikin: Dest ji vê siyaseta şerî, ya kuştin û wêrankirinê berde. Em bangî PKKê dikin: Ev siyaseta şer, ya xendekan, ya pevçûnê zerarê dide gelê me, welatê me, dide doza azadîya me. Dest ji vê siyasetê berdin. Em dibêjin ji bo çareserîyeke sîyasî û mayînde, bila Dewleta Tirkiye  li gel hemû partîyên Bakurê Kurdistanê rûne. Ji bo vê jî divê demiltest Dewleta Tirkiye û PKK şer rawestînin. 08.12.2015 Hereketa Azadî, KADEP,OSP, PAK,PAKURD,PDK-BAKUR, PSK

Editör: TE Bilisim