Li Vartoya navçeya Mûşê masîgir bi xîzarê va bûza ser Gola Hamurpetê dibirin û dişkênin, paşê di bin bûzê da masiyan digrin.

 

Gola Hamurpetê 41 kîlomêtre dûrî navçeyê ye 2 hezar û 149 raqim bilind e. Gola ku 27 mêtre kûr e, ji ber sir û sermayê çendek berê qerisî.

 

Masîgir ji bo ku masiyan bigrin, di bin sifirê da 20 pile sermayê da tînin bûza ser golê bi xîzarê dibirin û dişkênin, paşê bi tûran va masiyan digrin. Masîgir bi vî hawî rojê 300-400 kîlo masî digrin, kîloya sazana bineynik bi 10-12 lireyi, kîloya masiya çepîçê jî bi 5-7 lireyî difroşin bazarên navenda Mûşê.

 

Bûza ser golê bi

 

Bûza ku ser golê girtiye nêzî 15 santîmêtreyî ye. Masî di bin bûzê da weke ku di "akvaryumeke siruştî" da bin dixûyên. Ji masîgiran Ferhat Başaran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew her roj serê sibê radibin diçin û bûzê dişkênin.

 

Başaran diyar kir ku ew paşê tûrên xwe davêjin bin bûzê û rojekê şûnda tên dikşînin û masiyan valayî kaseyan dikin. Başaran wiha dewam kir: "Şertên ku em masiyan digrin zehmet in, lê debara me jî ji vir tê. Li vî welatê bihuşt her kes bi awayekî rizqê xwe qezenc dike."

Editör: TE Bilisim