Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê qeyum hat wezîfedarkirin bi "pezşoya mobîl" ya dibin gund û zozanan pez tê dezenfektekirin.
Li gor daxuyaniya şaredariyê bi xebata Serokatiya Xizmetên Çandiniyê dimeşîne mî û bizinên ji germê aciz dibin di pezşoya taybet hatiye amadekirin da bi ava sar tên hênîkkirin û bi derman tên dezenfektekirin.
Ekîbên şaredariyê li Gurpinara navçeya Wanê li Zozanê Norduzê ya 2 hezar û 450 mêtro bilind e di pezşoya mobîl da pez dezenfekte kirin.
- "Di nav 15 deqîqeyan da 10 pez tên şûştin"
Harun Tutarê Serokê Daîreya Xizmetên Çandiniyê destnîşan kir li bajêr qederê 2 milyon pez hene û wiha got: "Bi saya pezşoya mobîl di nav 15 deqîqeyan da 100 pez tên şûştin. Em ê makîneyên pezşoyê li Wanê deynin 4 herêman û teslimî mixtaran bikin."
Heywandar Îskan Yuksek jî destnîşan kir berê pezê xwe di çem û lîçan da dişûştin û got em ji vê xebatê kêfxweş in.