Cinazeyê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku di êrîşa terorê ya li Sûra Diyarbekirê da hat kuştin, li Goristana Asrî ya Yenîkoya navçeya Baglarê hat definkirin.

Merasima cinaze li Parka Koşuyoluyê li ber Bîranîna Mafên Mirovan hat lidarxistin. Piştî merasimê, hempîşeyên Elçî ketin bin darbesta wî û birin wesaîta cinaze.

Gelek kes bi cinazê Elçî ra hatin mizgefta Goristana Asrî ya Yenîkoyê. Li vê derê piştî nimêjê, cinazê Elçî bi şîn û girî hat definkirin.

Malbata Elçî, xizmên wî, hempîşeyên wî, hin parlementerên CHP û HDPê, rojnameger û gelek welatî beşdarî merasima wî bûn.

Editör: TE Bilisim