Serokwezîrê Tirkiyeyê û namzedê AKPê yê serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan, li bajarê Wanê mîtîngek li dar xist û li ser Demîrtaş got, li rojavayê Tirkiyê peyva kurd nahîne ser zimanê xwe. Li rojav tiştekî dibêje li rojhilat tiştekî dibêje.

Erdogan, di çarçoveya xebatên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de îro serdana bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê kir û li wir mîtîngek li dar xist.

Namzedê AKPê yê serokomariyê got ku beriya ku ew desthilatê bixin destê xwe gotina kurd û kurdî sûc bû lê wan ev rewş guhert û wiha axivî: “Li vî welatî kurdî qedexe bû lê piştî ku em hatin di televîzyona dewletê de 24 saet pexşa kurdî tê kirin. Me azadî da nivîsandinê. Me navên gundan serbest kir. Me li zanîngehan beşên kurdî vekir.”

Serokwezîr Erdogan, anî ziman ku wan Dîwana Feqiyê Teyran û tefsîra kurdî ya Quranê jî dane çapkirin û wiha got: “Min xwest vê mizginiyê li zêda Feqiyê Teyran bidim we. Berê ti kesî bawer nedikir tiştên wiha çêbibin. Me xeyal kirin rastî.”

Erdogan diyar kir ku eger bibe serokomar dê pêvajoya çareseriyê bidome û namzedên din ên serokomariyê jî wiha rexne kir: “Qaşo bûye profesor. Nikare sirûda serxwebûnê û ya Çanakkalê ji hev derbixe. Profesortiya te bikeve binê erdê. Namzedê HDPê jî li rojava nikare peyva kurd bîne ziman, li rojava tiştekî dibêje û li rojhilatî tiştekî din. Hûnê wiha bibin serokomarê vî welatî?”

Recep Tayyîp Erdogan bi pirsekî wiha rexne li HDP û CHPê kir: “Gelo hûnê ji ber kurdbûna namzedekî dengê xwe bidin?” û got, ji ber wê jî ti ferqek di navbera CHP û HDPê de tine.

Namzedê serokomariya Tirkiyê Erdogan êrişî rêberê tevgera Gulen, Fethullah Gulen jî kir û got, Pensîlvaniya (Gulen) ji ber ku Seîdê Nûrsî kurd bû, neçû serdana wî niha jî dixwaze pêvajoya çareseriyê asteng bike.

Erdogan piştî mîtînga xwe ya Wanê çû bajarê Mêrdînê.


 

Rûdaw

Editör: TE Bilisim