Piştî zivistana ku li Wanê demeke dirêj dewam kir li tebîetê dîmenên xweşik ên ku merivan heyran dihêlin derketin holê.

Guldexwîn biharê li ciyên bilind ên Wan û Hekariyê yek jî li der û dora Behra Wanê vedikin. Di nav gel da 'laleyên ters' ên ku bi navê guldexwînê tên zanîn pîroz tên qebûlkirin û ji bo danasîna herêmê girîng in.

Dema ku bi kelekan ji Gevaşê derdikevin rê û qasî 50 kîlometreyî ber bi Înkoyuyê diçin li tanga Dereboynu û Axînê guldexîwîn xanê dikin û bi dîmenên Behra Wanê va dîmenên xweşik derdixin holê.

Laleyên ku rengên wan sor û zer in dema bi rengê hêşîn a behrê ra tên cem hevdu dîmenên balkêş derdixin holê û kêfa tûrîstan pê tê. Tûrîst aliyekî va jî wêneyên demînên rengîn dikişînin.

Dema ku ziyaretvan guldexwînan ji kokê va derdixin ku bi xwe ra bibin gelê herêmê bertekê nîşan didin.

Engîn Avciyê ji gelê herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku guldexwîn bûne parçeyekê herêmê her sal gelek tûrîst di mehên biharê da ji bo dîtina wan tên gund.

Avci destnîşan kir ku guldexwîn bi rengên sor û zer vedikin, bi taybetî di meha nîsanê da guldexwîn wek xêliyekî ser tebîetê digrin û dîmenên xweşik derdikevin holê.

Avci bertek nîşanî ziyaretvanên ku guldexwînan bi kokê va derdixin da û wiha axivî:

"Laleyên ters li herêmê nadir tên dîtin û wek bi navê guldexwînê tên zanîn. Bi rengên sor û zer vedikin. Lale nebateke endemîk e. Ev jî tê wê meneyê ku dema ji kokê va bê derdixtin careke din li heman hêrê hêşîn nabe. Hin welatiyên nezan dema ku tên vê derê guldexwînan ji kokê va derdixin û dibin. Ev tiştekî zehf şaş e. Dibê tu carî guldexwînan ji kokê va dernexin. Ku wisa bikin ew e koka wan biqele û careke din hêşîn nebin. Di saya guldexwînan da gelek ziyaretvan tên gundê me. Heke koka guldexwînan biqele ew ê tûrîzma vê derê jî xilas bibe. Ji ber vê dibê em li guldexwînan xweyî derkevin.

Editör: TE Bilisim