HDP ji bo Kongreya Giştî ya Asayî ya 2yemîn çêbibe dixebite. Di kongerêyê de rêzikname, bername û vîtrîna partiyê wê nû bibe. Ji ber vê 53 konferans hatin kirin.

Kongreyê di îlona 2015an de çêbûbuya, lê ji ber hilbijartina berwext hat taloqkirin. HDPyê di 24ê çileya paşîn de li Salona Werzişê ya Ahmet Taner Kişlali kongreya xwe çêbike. Li bendê ne ku 5 hezar kes beşdarî kongreyê bibin.

- Konferansên li bajaran xelas bûn

Di bernameya partiyê de "xweserîbûn" derdikeve pêş. Lê ji ber ku biqanûnî nebe pirsgirêk, HDP dibe ku "xwerêvebirinê" dernexe pêş.

HDP ji bo ku biryarên di kongreyê de wê bên hildan wek daxwazên gel e bide nîşandan, li 53 navendan konferans li dar xist. Ji 81 bajaran endam beşdarî van konferansan ên bi navê "Em Sibê Ji Îro ve Saz Dikin" bûn. Konferansa dawî li Enqereyê çêbû.

- Meclisa Partiyê wê nû bibe

Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag wê di kongreyê de biaxivin. Piştî axaftina hevserokan metneke ku perspektîfekî pêşkeşî kongreyê bike, wê bê xwendin. Pişt re meclisa ciwaniyê û jinan wê biaxive. Meclisa Partiyê jî wê nû bibe.

- Ji bilî Demirtaş û Yuksekdag namzet tune

Di kongreyê de lîsteyek tenê heye. Ji bo Hevserokatiyê ji bilî Demirtaş û Yuksekdag namzet tune.

HDPyê ji gelek balyozan û saziyên navneteweyî re vexwendname şand ku bi mêvanî bên kongreyê.

Ji bilî vê Serokê Herêmsa Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di serî de ji nûnerên partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistana Iraqê re jî vexwendname hat şandin.

Editör: TE Bilisim