Kovara Nûpelda bi hejmara 12. ve cardin li hemberî xwendevanên xwe ye. Hetanî niha 11 hejmar li dû xwe de hiştiye ku hemî jî hêjayî xwendinê ye. Di vê hejmarê de dîsa nivîsên ji hev girîngtir û xweştir kovarê de cî xwe wergirtiye. Gelek xebatên edebî û akademîk (lêkolîn, helbest, çîrok, jînenîgarî, zimannasî û wêje û hwd.) di vê hêjmarê de civiyane. Jêrê nivîsa edîtor û çend sernivîsên kovarê pêşkêşî we xwendevanan dikin:

 

Xwendevanên Birûmet!

 

Nivîskarek di beşeke nivîseke xwe ya bi navê “Baldarî” de wiha dibêje: “Bala xwe bide daxwazên xwe yên hundirîn û kirinên xwe! Tu ji bo rizaya Xwedê û xawênê dixebitî an jî seba danasin û kêfxweşkirina nefsa xwe?

Her dem û li her derê çalakiyên xwe di ber çavan re derbas bike, bipîve, biwezinîne… Ji quncikê xawên û durustiyê ve, heke te kirinên xwe ecibandin, bidomîne; na heke tu jê razî nebûyî, ji wê û pê ve dil û dilînên xwe tevhev bihejîne, xwelî û xubara qirêj a di hundirê wan de û ya li ser wan, daweşîne!”

Bi rastî di vê şîretnameyê de hiş û ‘aqilê mirov li hev dikeve. Belkî şîreta tevgera li gorî heddê xweyî nîşanî me dike. 

Dema ku mirov nefsa xwe ji van gotinên jor re dike mixatab, kulmek ax li nav ruyê nefsê dibe. Lewra em di dinyayeke wisa de dijîn û di demeke wisa re derbasdibin ku, bi her hêlê û ji her aliyê ve xwestekên dinyevî bi me ve radipeliqin. Mijarên rojane û siyasiyane, kortalên gemarî, çalên bêbinî, temarên nediyar li ber daxwazan riyan vedikin. Nefs xwe ji şeqşeqê re bêtir amade dike û rih her ku diçe ji ‘ezayên hevalên xwe re dixeyide û xwe di hundirê qefesa xwe de hepsî hest dike. Wê demê xawên jî misoger dixeyide.

Xwendevanê hêja!

Li vê dinyayê ji bo jiyaneke rasteqîn, dirustî û xawên pêwist e. Mirov bi kirinên xwe mirov e. Kirin jî rewşa niyeta hundir derdixe holê. Vêca rûmeta me di exlaqê me de veşartiye. Tevger, gotin û kirinên me vê rûmetê eşkere dikin. Ne ferz e ku em her tiştî bizanibin, em heddê xwe zanibin besî me ye. Ne şert e ku em pir serkeftî bin, ji dêlava serkeftinên pir, başiya pir bixêrtir e. Sinc û rewişt ku dar e, şan û şeref û tiştên mayî tenê dikarin bibin siya wê darê. Divê mirov bala xwe pir nede siyê lewra ya kemilandî û xemilandî qereqter û sinc e.   

Xwendevanê hêja!

Kirin, serkeftin û xebat tev ji bo armancan li hev dikevin. Lewre jiyan bê hereket û bê kirin nameşe. Ya girîng ne ev e. Ya herî muhîm ji kê re û ji bo çi kirina me ye. Ger armanc qewî bilind nebe û berjewendiyên şexsî tevlî xebat û kirinên me bibe, gelo ma wê ev ava xîretê li boşê neherike. Kirinên baş ew in ku kirdar xwedanxawên be û kiryar jî tev ji bo bidestxistin û belavkirina xawênê be. Dema ku em li gorî vê pîvanê dil û dilînên xwe bixemilînin. Lewra gelek xuyên nedurust jî, di hin quncikên biçûk ên dil de bicih dibin û ji me re xêrnexwaziyê dixwazin. Loma Îbnî Sîna dibêje ku ji xawênê pêv tu dewlemendiyê nas nakim. Lewra ku bêhna xawênê bi mirovekî bigire, ev bêhn li derdorê jî belav dibe û hawirdora xwe jî têr xawên dike. Lê lazim e ku mirov kirin û xebatên xwe bi xawênê ve bihûne, bi fezîletê bişo, bi rûmetên bilind bikemilîne. Bi gotineke din, dema ku ne li gorî armancê bilind, lê ji bo armancên kesayetî û biçûk xebat bêne meşandin, xebat çiqas mezin bin jî encam pir biçûk û bêqîmet dimînin. Li holê badê hewa dimînin û diherin.

Û daxwazên hundirîn…carinan ev daxwaz bandorê li tiştên/têkberên bûjenî jî dike. Weke ku Bedî’uzzeman jî dibêje nezer û niyet mahiyeta eşyayî vediguherîne. Gunehî bi sewabê û xêrê bi gunehê ve diguhêre. Belê niyet tevgereke ji rêzê, bi ‘îbadetê ve diguhere û ‘îbadeteke bimirês jî dike guneh. Loma jî di kirinan de xwedanxawênbûn û niyeteke safiyane gelekî girîng e.

Divê daxwazên hundir ji armancên ‘alî re riyan veke. Edebiyat, huner û çand divê li gorî vê armancê kar bike. Riyên ku mirov bi serfirazî tête dimeşin, ger ku bi dar û berên hemiyetperweriyê hatibin rengînkirin, di her qonaxê de rihetiyê ji millet re diyarî dike.

Belê divê careke din em bala xwe bikêşin ser daxwazên xwe yên hundirîn û kirinên xwe! Gelo ev xebata bi zimanê dayikê jî dikeve vê qadê? Gelo wekî gotina hin kesan e, ku ew, zimanzanan rexne dikin û dibêjin hûn pirsgirêkên Kurdan na, lê pirsgirêkên xwe yên şexsî, bi zimanê Kurdî ji xwe re dikin armanc û di esasê xwe de derdê we ne milletê we ye? Gelo di vî karî de rewşeke wilo nebixêr, xwe digihîne me jî yan em ê karibin bi dilrihetî bêjin û hest bikin ku em vê xizmetê ji bo milletî û armancên ‘alî dikin? Yan, em vî karî ji bo vî zimanî dikin ku ev ziman tevî ku gelekî dewlemend û mîna tubaya cennetê ye, heta niha hatiye îhmalkirin. Di binê lingê qedexekaran de gelekî êşiyaye û sewta wê gihaştiye qatê heftan ê ezmanan. Bila ev ziman bes li me lomeyan bike, bila pêş bikeve û xwe bigihîne ‘esra medeniyetê. 

Belê xebatkarên Nûpeldayê di vê hişmendî, bîr û baweriyê de karê kovargeriyê dimeşînin. Ne ji bo ‘eferîna tu kesî, ne ji bo pêşorejeke mamûr a şexsî û ne ji bo şeqşeqokên derewîn. Tenê ji bo xatirê ayeta rehman, ji bo xatirê bav û kalên vî gelî û vi zimanî…

Bi van hest û dilînân me hêjmara 12’an amade kiriye û niha li ber destê we ye. Em hêvîdar in ku li gorî dilê we be.

Heta hejmareke din bimînin di xêr û xweşiyê de.

M. Zahir ERTEKİN

 

Çend Sernivîsên Kovarê

Telqîna li ser Meşrûtiyetê – Bedîuzzeman Se’îdê Nûrsî

Tobe – Şêx Evdirrehmanê Aqtepî

Di Modela Perwerdehiya Se’îdê Nûrsî de Cî û Giringiya Zimanê Kurdî – Ahmet Demir

Şivanê ‘Ilmê – Seyfeddîn Aykaç

Pîvanên Vejînê – Umer Umîd

Hin Gotinên Pêşiyan ji Herêma Torê – M.Halil Çiçek

Di Berhemên Klasîk ên Kurdî de “Besmele, Hemdele û Selwele” – Nureddin Ertekin

An Zimanistan an Goristan – Zeynelabidin Zinar

Mela ‘Ebdulqadirê Semsûrî – M.Emin Demir

Li Ser Pirtûka “Nûbihara Mezinan” – Abdulkadir Bingol

Pêlîstok – Fahrî Ayhan

Êvar û Sela – Sidîq Gorîcan

 

Nîşe: Kovara Nûpelda, ji sala 2009'an û vir ve bi zimanê kurdî weşana xwe dike. Li bajarê Wanê tê amade kirin. Sê mehê carekî dertê. Kovareke çandî û hunerî ye. Diruşme ya wê « bêndera çand û hunerê » ye. Bi nivîsên wêjeyî, dîrokî, çandî û dînî ve naverokeke wê ya dewlemend heye. (wikipedia.org)


YAKUP AYKAÇ - Şehrivan - Nûçeyên bi Kurdî / Çand û Huner

Editör: TE Bilisim