Li Hekariyê ji ber berfê li navendê û gundên girêdayî navendê dibistan rojekî hatin tetîlkirin.

Li gor daxuyaniya walîtiyê li navendê û gundên girêdayî navendê dibistanên seretayî, dibistanên navîn û lîse ji ber berf û hewaya nebaş rojekî hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên astengdar û jinên ducanî yên ku di saziyên kamuyê de dixebitin jî wê tetîl bikin.

Editör: TE Bilisim