Îrem Bayrama 27 salî ya li Wanê bi xebatên xwe yên serkeftî bû Alîkara Serokê Giştî ya Federasyona Otobêsan a Tirkiyeyê û di fîrmaya otobêsan ya bavê xwe da midûra giştî ye dixwaze di sektora otobêsan û xizmetê da xwe bigihîne dewletên Afrîkayê.

Bayrama dema di zarokatiya xwe da bi bavê xwe ra diçe fîrmaya otobêsan ji ber tesîra derdora xwe jî dixwaze karê xizmet û tûrîzmê bike.

Îrem Baymana piştî dibistanê dema xwe bi piranî li fîrmaya bavê xwe derbas dike peyra di vî karî da pêşva diçe.

Bayramê der barê karê xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got bi saya têkiliyên baş yên bi însanan ra datîne di karê xwe da serkeftî bûye.

Îrem Bayramê diyar kir ji xeynî 81 bajarên Tirkiyeyê li welatên wek Îran, Iraq û Gurcistanê bi 120 wesaîtan kar dikin.

Bayramê destnîşan kir ku bi taybetî li Herêma Rojhilatê Anadoluyê divê hejmara jinên veberhêner zêde bibe.

Îrem Bayramê diyar kir ku gelekî kêfxweş e vî karî dike û wiha got: "Di vir da tesîra wezîfeya min ya Alîkara Serokê Giştî ya Federasyona Otobêsan ya Tirkiyeyê jî heye. Em dixwazin karê xwe li dewletên Afrîkayê jî bikin. Em niha xebatên fîzîbilîteyê dikin."

Editör: TE Bilisim