Bi mebesta deşîfrekirina nasnameya rastîn ya endamê Rêxistina Terorê ya Fethullahî/Saziya Dewleta Paralel (FETO/PDY) ku di nav gel da wek "Fuat Avnî" tê naskirin, tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sucên Organîze yên Midûriya Ewlekariya Stenbolê, navend Stenbol li 10 wîlayetan operasyon li dar xistin û 28 gumanbar binçav kirin.

Li gorî agahiyan, tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sucên Organîze yên Midûriya Ewlekariya Stenbolê piştî xebateke ku 1,5 salê ajot, li hinek navnîşanên Stenbol, Enqere, Wan, Mersin, Kocaeli, Îzmir, Bursa, Rize, Amasya û Hatayê operasyon li dar xistin.

Di operasyonan da rêveberên malperên Rota Haber, Subuo Haber, Aktif Haber, Haberdar, Merkur Haber ku tê îdiakirin di berjewendiya FETO/PDYê da dixebitin û propagandayê jê ra dikin hatin binçavkirin. Herwiha digel 28 gumanbarên din ji ber sucên, "heqaretkirina li rayedarên dewletê, bêîtîbarkirina saziyên dewletê û amadekirina zemînê ji derbeyê ra" hatin binçavkirin.

 

(AA)

Editör: TE Bilisim