Li gorî ajansa DÎHAyê, navenda lêkolîna erdhejê ya Tirkiyê îro (10.06.2013) saet 18:34 li navçeya Qeleqeliyê (Ozalp) a Wanê erd hejiya. Li gorî nûçeyê, tundiya erdhejê 4.3 pile û navenda wê jî li gunê Karliyamaç ê Qeleqeliyê bû. Hat gotin ku erdhej li bajarê Wanê û navçeyên derdorê jî hatiye hîskirin. Derheqê zirar û ziyanên canî û malî de heta niha tu agahî nehatiye dayîn.

Editör: TE Bilisim