Nexweşxaneya Herêmî ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê (NHPLW) ji bo ku bijîşk fêrî kurdî bibin dest avêt projeyekê û bernameya hîndekariya ziman a ji bo bijîşkan amade kirin.

Nexweşxaneya Wanê ya ku kapasîteya wê 400 e û ji ber ku di navbera bajarên wek Wan, Mûş, Bedlîs, Hekarî, Agirî û navçeyên girêdayî van bajaran de cî digire gelekî nexweş serî li vê nexweşxaneyê didin. Ji ber ku kal û pîrên serî li nexweşxaneyê didin bi tirkî nizanin, rêveberiya NHLPWyê jî dest bi projeyeke nû kir. Rêveberiya nexweşxaneyê ji bo ku pirsgirêka ziman çareser bike projeya "Kurdiya Tibî" pêşkêşî Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (APRA) kir. Piştî ku proje hat pesendkirin rêveberiya nexweşxaneyê bi Navenda Taybet a Ziman a Îlkay re peyman çêkir.

Di vekirina qursa ku dê ji 20 saetan pêk bê de Cîgirê Serbijîşkê NHLPWyê axavî û got ku bijîşkên me yên ku bi kurdî nizanin ji bo ku asantir gel têbigihên, me ev bername li dar xist.

Sekreterê Giştî yê APRAyê Dr. Emîn Yaşar Demircî jî di axaftina xwe de diyar kir ku lidarxistina bernameya "Kurdiya Tibî" ji bo me gelekî girîng e.

- Li ser vê mijarê pirtûka ewil di sedsala 18an de hatiye nivîsîn

Mûdirê Enstîtuya Zimanên Zindî yê Zanîngeha Artûklûyê yê Mêrdînê Kadrî Yildirim jî diyar kir ku gelek kêfxweş e da ku dê hîndekariya vê bernameyê bike. Yildirim got ku rabirdûya bikaranîna kurdî di tendirustiyê de digihije 200 sal berê.

Yildirim bal kişand ku derbirîna bi zimanê dayikê dê bibe sedema rehetiya bijîşk û nexweşan.

- Bijîşk jî ji bo ku dê bi kurdî hîn bibin gelekî kêfxweş in

Bijîşkên qursiyêr jî îfade kirin ku heta niha ji ber ku bi kurdî nizanibûn, nikaribûn bi nexweşên xwe re têkiliyeke xurt daynin û em hêvî dikin ku ev qurs dê bibe wasiteya çareserkirina vê pirsgirêkê.

- Bijîşkê ji herêma behra reş jî dê kurdî hîn be

Dr. Murat Ozcan jî wiha got: "Ji ber ku bi eslê xwe ji devera behra reş im ez bi kurdî nizanim û ev jî dibû sedem ku min li gel nexweşên xwe re têkiliyeke baş danedatanî. Ez hêvîdar im ku bi vê perwerdeyê ve ez ê têkiliyeke asantir û germtir li gel nexweşên xwe bikaribim daynim."

Hin xizmên nexweşan ên ku beşdarî dersa ewil bûn, gotin ku ev bername ji bo nexweşan zehf girîng e.

Hat ragihandin ku bernameya perwerdeyê dê hefteyekê bajo. 

Editör: TE Bilisim