Şaredariya Wanê bi Şanoya Dewletê ya Wanê re ji bo zarokan projeyeke hevpar pêş xist. Di çarçoveya projeyê de 900 zarokan cara yekem li lîstikên şanoyê temaşe kirin. Zarokan bi eleqeyek mezin lîstik temaşe kirin. Şaredariya Wanê her çend ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê xwestin ku bê fonksiyon bimîne jî şaredarî bi hêza xwe ya ji gel werdigire xebatên xwe dimeşîne. Şaredariyê di çarçoveya xebatên xwe yên hunerî de bi Şanoya Dewletê ya Wanê projeyek hevpar pêş xist. Di çarçoveya projeyê de 900 zarokan cara yekem li lîstikên şanoyê temaşe kirin. 600 jê zarokên ku diçin dibistana seretayî 900 zarokên ku li taxên di erdhejê de zêde bibandor bûne li Salona Şanoyê ya Şanoya Dewletê ya Wanê li lîstikên bi navê ‘Alem Kalem’ û ‘Bîldîrîm’ê temaşe kirin. Zarokên ku cara yekem bi saya vê projeyê li lîstikên şanoyê temaşe kirin anîn ziman ku bi saya vê projeyê derfet dîtine ku şano temaşe bikin û keyfxweşiya xwe anîn ziman. Ji bilî zarokan malbatan jî bi wan re ev lîstik temaşe kirin.  PROJEYÊN ÇANDΠMidûrê Çandê yê Şaredariya Wanê Husamettîn Ozturk têkildarî projeya hevpar a şanoyê de diyar kir ku mebesta wan ew e ku bi xebatên bi vî rengî çanda şanotemaşekirinê li bajar pêş bixin û zarok jî bikaribin şano temaşe bikin. Oztur diyar kir ku dê xebatên wan ên di vî warî de berdewam bikin û wiha axivî: “Ji ber mantalîteya me ya şaredariyên civakî em di warê çand û hunerê de jî çi peywir bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Li ser vî esasî wekî şaredariyê çi xebatên bi vî rengî hebin em ê piştgiriyê jî bidinê. 900 zarokan li lîstikên şanoyê temaşe kirin, ev hem ji bo wan hem jî ji bo me ku em dixwazin bi nifşên nû re hişmendiyeke çandî biafire gelek sûdewar bû û ew ê bi carekê re jî bi sînor nemîne. Em spasiya Şanoya Dewletê ya Wanê didikn ku di projeyeke wiha de wan jî mil dan me.”  DÊ XEBAT BERDEWAM BIKIN Alîkarê Midûrê Şanoya Dewletê ya Wanê Cem Duzova têkildarî xebatên xwe de agahî dan û diyar kir ku ew bi vê projeya ku bi Şaredariya Wanê re pêş xistine derfeteke ji bo 900 zarokan afirandine da ku bêpere li şanoyê temaşe bikin. Duzaova destnîşan kir ku wan bi vê projeyê xwestine ku hevnasîna zarokên ku hêj bi şanoyê re têkiliyeke wan çênebûye têkiliyê pêk bînin. Duzaova ji ber ku şaredariyê bi wan re ev proje pêş xistiye û piştgirî dide xebatên bi vî rengî spasiya şaredariyê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê ji îro pê ve jî bi Şaredariya Wanê re xebatên me yên bi vî rengî berdewam bikin.”WAN / DÎHA
Editör: TE Bilisim