Herdu stranbêjên ji Bakurê Kurdistanê Mem û Zîn Botanî dixwazin vegerin Kurdistanê û li wir karê hunerî bikin.
Mem û Zîn li Ewropayê dijîn û heta niha neçûne Başûrê Kurdistanê. Mem ji Rûdawê re got: “Em hêvîdar in derfet ji me re peyda bibe, da ku em serdana Kurdistana azad bikin û karê hunerî û çalakiyan pêşkêş bikin.”
Herwiha li ser wê yekê ji ber çi wan navên Mem û Zîn li xwe kirine, Mem got: “Navê me Cizîra Botan nîşan dide. Em dixwazin vegerin nav hezkiriyên xwe li Bakurê Kurdistanê.”
Mem û Zîn bi amadekirina albûmeke nû mijûl in û albûm wê demeke nêzîk de derkeve.
Editör: TE Bilisim