Zanîngeha Yuzuncu Yilê Fakulteya Berên Avê navê masiya endemîk, ku li Tirkiyeyê tenê li Wanê di Çemê Karasuyê de dijî, danî "Înciya Tîmarê". 

Çavkaniya Çemê Karasuyê nêzî sînorê Tirkiye û Îranê ye û çem di qamûşgeha Çîtorenê re dikişe golê. Di çem de ji bilî masiya sîrazê, încî kefalî, masiya dalêsok û masiya sazanê jî dijî. Dirêjahiya çem 120 kîlomêtre ye. 

Çêkirina Bendava Sarimehmetê di sala 1991ê de xelas bû. Piştî ku bendav hat çêkirin, ava çem kêm bû. Li ser vê zanyaran lêkolînên xwe zêdetir kirin û tesbît kirin ku cisnekî endemîk di çem de dijî. Endamên hîndekariyê yên Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê li hinda taxa Yumrutepeya li ser rêya Erdîşê li ser masiyê lêkolîn kir. Ji ber ku masî dişibe încî kefalî, ji mirovan wetrê ev masî masiya încî kefaliyê ye. 

Piştî lêkolînê hat tesbîtkirin ku ev masiya încî kefaliyê nîne, cureyeke din a masiyan e. 

Endamê hîndekariyê yê Fakulteya Berên Avê û Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Încî Kefaliyê Doç. Dr. Mahmut Elp daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan navê masiyê danî "Înciya Tîmarê" û ev masî di sala 1980yî de ji aliyê Mustafa Kuruyê wezîfedarê hîndekariyê yê Zanîngeha Erzurumê ve hat dîtin. 

Elp daxuyand, ji lêkolînerên din wetrê ev masî încî kefaliyên biçûk in ku di çeman de dijîn û wiha pê de çû: "Piştî 34 salan paşê nav li vê masiyê kirin. Navê wê wek "Alburnus Timarensis" (Înciya Tîmarê) derbasî lîteraturê bû.

Editör: TE Bilisim