Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş got, ew dixwazin gerîlayên PKKê teslîm bibin û neyên kuştin.
 

Desteya Wezîrên Tirkiyê di bin serpereştiya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayê civiya. Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş derbarê rojevê de daxuyanek da.
 

Numan Kurtulmuş ragihand divê siyaseta xenfeqan were terk kirin û got: “Derdê me ew e ku unsûrên rêxistina terorîst teslîm bibin û bila dest ji siyaseta xendeqan berdin. Li wê derê mirovên endamên rêxistina terorîst hene; hinek ji wan dimirin. Bila ew jî nemirin. Bila dest ji terorê û siyaseta xendeqan berdin. Bi vî awayî bila him rewşa gelê  herêmê aram bibe û him rewşa Tirkiyê aram bibe.”
 

Kurtulmuş derbarê mamosteyên ji navçeya Cizîrê û Silopiya reviyan de jî wiha got: “Jixeynî endamên rêxistina terorîst, erka dewletê ya sereke parastina welatiyên sivîl û fermanbaran e.”

Editör: TE Bilisim