SILÊMANÎ

Xaza siruştî ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber ku nayê derxistin, di bin axê da dişewite.

Li zeviyeke navçeya Çemçemalê ku dikeve navbera Silêmanî û Kerkûkê, xaza siruştî hema wisa tevî xalî û avê bi xwe dişewite. Helet Kerîmê xwediyê zeviyê diyar kir, ew ji bo ku eraziyê xwe yê 100 dolimî av bide, bîreke 90 mêtreyî kolaye û bi avê ra xaz jî derketiye. Kerîm got ku paşê agir bi xazê ket û xaz şewitî û hê jî dişuxule. Li herêma Kurdistanê li gelek sehayan ji ber neft û xazê agir bi zeviyan dikeve. Ev jî dide nîşan ku herêm ji hêla çavkaniyên binerd va dewlemend e. 

Ji aliyekî din va Serokê Komîsyona Vejenê yê Bajarê Silêmaniyê Xalib Mihemed got ku rezervên xaza siruştî yên herî dewlemend li bajarê Silêmaniyê hene û wiha dewam kir: "Li Silêmaniyê 5 trilyon feetkup rezerva xaza siruştî heye. Ji sedî 80yî xaza siruştî ya herêma Kurdistanê li vê herêmê heye."

Mihemed îdia kir ku xaza siruştî ya li herêma Silêmaniyê li Rojhilata Navîn xaza herî bi qelîte ye, lê hê heta niha ev xaz nehatiye derxistin. 

Serokê Komîsyona Vejenê ya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê Şêrko Cewdet jî got: "Xaza siruştî ya herêma Kurdistanê têra Tirkiye û Ewropayê dike."

Cewdet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêma Kurdistanê mecrayên dewlemend ên neft û xaza siruştî hene, lê heta niha jê nehatiye îstifadekirin.

Cewdet destnîşan kir, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê di qada vejenê da xwediyê stratejiyeke mezin nîne, neft û xaz bi tê ra xwe nayên derxistin û wiha dewam kir: "Ji bo ku xaza siruştî di sala 2017an da were sewqkirin, di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê da peymaneke stratejîk heye. Xaza kurdan wê li ser Tirkiyeyê ra bigihêje Ewropayê jî. Ji ber ku xaza siruştî ya ku Rûsya dişîne Ewropayê hat qutkirin, xaza herêma Kurdistanê dikare vê kêmasiya xazê temam bike."

Cewdet destnîşan kir, sedemeke geşedanên li herêmê jî vejen û aborî ye û wiha dewam kir:

"Ji ber ku welatên Ewropayê xaza Rûsyayê nakire, ev ji bo aboriya Rûsyayê bû sedema qeyraneke mezin. Herêma Kurdistanê di vî warî da derketiye pêş û bal kişandiye ser xwe. Xaza siruştî ya herêma Kurdistanê dibe ku têra Tirkiye û Ewropayê bike."

Editör: TE Bilisim