Pirsgirêka kurd derdekî giran e. Li cîhanê û nemaze li Tirkiyeyê pirsekî herî mezin ev e. Diyar e hem jî derdekî bê derman e.
Divê ew derd bên çareserkirin. Bi rastî derdên wekî wiha bi tenê nayên çareseririn. Ji bo çareseriyê hewl û tevgerî dixwaze. Lebat û xebat dixwaze. Têkoşîn û tev hev bûnî dixwaze. Herî girîng biratî û hevalbendî û yekitî dixwaze. An ku yekbûnî dixwaze.
Ne hawar e! Belkû hawara gotinê pêşiyan e ku wiha dibêje; 'destê bi tenê ku bi şûrê Elî jî be deng jê nayê.' Digel vê yekê hawar neke destê hev bigre. 
Yanî nabe ku hinekan xîretkêş û hinekan jî di nav ixanetkêşê de be. Ev derd xîretkêşiya ne tenêyan xîret û têkoşîna her kesiyan dixwaze. Ne hawar e kifşeye xîret e. 
Ûstaz Bedîûzzeman Seîdê Kurdî jî berê ku sed sal zêdetir e şîret û banga desthevgirtina kurdan kiriye. 
Helbestvanê mezin Cegerxwîn jî di helbestekî xwe de wiha gotiye; 'Tev de rabin wek birabin.' 
Wekî wateya vê pexşanê helbestvanek ji gundê me Mele Weysiyê Soktilî di helbestekî xwe de dibêje;
'Rabe ji xew rabe ji xew
Ey dil demek rabe ji xew
Fersend firî teşbihê kew
Ey dil xwe hişyar ke ji xew.'
Ne hawar e dest hev bigre, ne hawar e bira be, ne hawar e ji xew rabe.
Dest hev girtinî, birabûnî, firehî û ji xew hişyarî ji bo me pêwîst e.
Di vê pirsê de yekbûnî divê ye û digel vê yekê çareserî û serkeftin e.
Baweriya me jî ev e piştê tengasiyê firehî ye....
Helbestvan Mistefayê Dilxêrî jî gotiye;
....
'Birîndaro were vira 
Ez ji te bikim qal û pirsa
Gul çîçeka sor û zer kir
Li ber pala belga vekir'
...
Dê înşeellah li ber palan pelgên me jî vebin...