Van YYÜ’de Melayê Cizîrî Sempozyumu düzenlenecek Van YYÜ’de Melayê Cizîrî Sempozyumu düzenlenecek

Qaymeqamê navçeya Şaxê Kerem Sûleyman Yûksel û Serokê Şaredariya Şaxê Emîn Babûr anîne zimên ku: “Gelê Wanê îsal ji bo Mîhrîcana Gûz Hingiv Masîreş û Sirûştê ya Şaxê mêvanê me ne.” Qaymeqamê navçeya Şaxê Kerem Sûleyman Yûksel di Salona Civînê ya Alî Paşayê de civîneke çapemeniyê li dar xist û li vir di derbarê mîhrîcanê de hinek daxuyanî da. Qaymeqam diyar kir ku: “Em îsal bi beşdariya hemî gelên Tirkiyê, 4. Mîhrîcana Gûz Hingiv Masîreş û Sirûştê ya Şaxê li dar bixin û li wir danasîna hingiv, gûz, masîreşên deqsor û rehpenîrê bikin. Li Şaxê yek ji wan hunerên ku hatiye jibîrkirin jî qewartina dara gûzê ye. Ji ber vê yekê em ê pêşandina wan berhemên vê hunerê jî bikin. Ji bilî wan danasîna çanda dengbêjiyê, şahî û çalakiyên çiyakêşî û raftîngê jî dê were li dar xistin. Mîhrîcan êvarê bi konsera Servet Kocakaya û Rojînê dê dawî be. Ev mîhrîcan ku ji bo pêşveçûyîna navçeya Şaxê gelek girîng e, 26’ê Gulanê roja yekşemî li ber Sîpela Kanîspiyê dê were pîroz kirin. Lê hunermend stran û klamên xwe li navenda Şaxê bistrîn. Li Wanê yên ku bixwazin, roja mîhrîcanê ango 26’ê Gulanê li ber Lîseya Pîşeyê ya Keçikan di navbera saet 08.00-10.00’an de bi dormîşên mîhrîcanê belaş dikarin beşdarî mîhrîcanê bibin. Em dixwazin ku gelê me beşdarî vê mîhrîcanê bin.”          

Editör: TE Bilisim