Di rêwîtiya hin cureyên çivîkan ên ku ji Afrîqaya Bakur ber bi Îranê diçin da qonaxeke girîng jî Behra Wanê ye. Li herêma Behra Wanê flamîngoyan dîmenên xweşik derxistin holê.

Flamîngo her sal di demên xwe da tên ciyên avî yên herêma Behra Wanê û herî zêde jî li dorberê Gola Erçekê û perava Edremîtê tên dîtin.

Li Tirkiyeyê 450 cure çivîk hene û ji van 230 cure li herêma Behra Wanê tên dîtin. Fîlamîngoyên ku tên vê herêmê bala gelek ziyaretvanan dikişînin.

Bi telîmata Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Edremîtê Atif Çîçeklî va ji bo parastina rastên jiyana çivîkan û cureyên wan xebat dan destpêkirin.

- "Li vê herêmê hêk dikin"

Doç. Atîla Durmuşê Hîndekarê Beşa Biyolijiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Deltaya Donemeşê ya li herêmê li ser gelek cureyên çivîkan lêkolînan dikin.

Durmuş wiha axivî:

"Herêma ku me lê 92 cure çivîk tesbît kir wek ciyê hêkkirinê tê bikaranîn. Werdega nikulhêşîn a ku cisnê wê di xetereyê da ye li vê rastê hêk dike. Zivisanê jî kuxu û qaz tên herêmê. Flamîngo wek komên pêşeng tên. Herêmên ku dikarin li xurekê bibînin esbît dikin û li wê derê bi cî dibin. Li aliyê Gola Erçekê li gor tesbîtên me hin caran 10 hezar flamîngo kom dibin. Îsal li Deltaya Donemecê jî populasyon zêde bû. Heke bê mihefezekirin her sal hejmara wan ew ê zêde be."

Editör: TE Bilisim