Li Wanê ji bo newroza 2013 an, tê payîn ku mîlyonek kes beşdarî pîrozbahiyê bibe. Xebatên amadekariyê yên newroza Wanê bi dawî bûn. Qada pîrozbahiya newroza Wanê a îsal, Qada Newrozê a li quntarê Kela Wanê ye, ku sala borî hatibî vekirin û îsal cara yekê ye ku newroz wê li vê qadê were pîrozkirin. 
Di serî de Ciwan Haco, gellek stranbêjê bi navûdeng beşdarî Newroza Wanê dibin. LigelCiwan Haco, Aynur Dogan, Sîpan Xelat, Rênas Amed û Hozan Huseyîn jî wê di pîrozbahiya îsal de derkevine ser dikê. 
Dîsa Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, parlementerên herêmê, şaredar û nûnerên rêxistinên sivîl wê di newroza îsal de cihê xwe bigirin.

AVESTA KURD    


Editör: TE Bilisim