Derya Akcîgera 49 salî ya ku beşdarî qursekê bû û çêkirina çoqleteyan fêr bû, li dikana xwe ya li Mêrsînê ji bo ku muşteriyên wê tehmên cuda tehm bikin, çoqleteya biîsot çêkir.

Akcîgerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ez zehf ji çoqleteyan hez dikim. Ji ber ku min zêde cureyên çoqleteyan nedidît, min xwest çêkirina çoqleteyan fêr bibim û çûm qursa çêkirina çoqleteyan."

Akcîgerê destnîşan kir ku bi vê mebestê jî li Stenbolê çûye qursa çêkirina çoqleteyan û wiha got: "Piştî qursê ez hatim Mêrsînê û min ji xwe ra dikan vekir. Ji bo cureyên çoqleteyan zêde bikim hewl didim."

Akcîgerê diyar kir ku bi vê mebestê jî aromayên cuda cuda tevlihev dike û wiha dewam kir: "Min xwest bi melzemeyên malê tiştên teze çêkim."

Akcîgerê destnîşan kir ku li dinyayê jî çoqleteyên tûj û tehl hene û xwestiye bi îsotê çoqlete çêke û wiha xeberda: "Ya rast min tişta ku heye ceriband. Dema min xwest çêkim, îsot hat bîra min. Îro çoqleteyên biîsot zehf tên firotin. Em dişînin Şanliurfayê. Li dinyayê çoqleteyên tehl hene, lê li Tirkiyeyê jî ya tûj heye."

Editör: TE Bilisim