Li Çaldiranê heywandar di nav şert û mercên dijwar ên zivistanê da ji bo heywanên xwe ji gola Kazê giyayên teze derdixin.

Gola Kazê ya ku 7 kîlomêtro dûrî Çaldiranê ye ji bo heywandaran gelekî girîng e. 

Welatî ji taxên Yazin, Kalkandelen, Yassitepe, Hankoy û Kuyucukê heywanên xwe tînin dorbera Gola Kazê û bi kevzên di avê da heywanên xwe xwedî dikin û giyayên ku zivistanê hêşîn dibin jî ji heywanên xwe ra dibin.

Remzî Avciyê ku heywanên xwe bi giyayên li dorbera Kazê xwedî dike destnîşan kir ku her roj vî karî dikin û wiha got: "Em gamêşên xwe berdidin nav avê ku kevzê bixwin. Êmê ku em ji bo gamêşan dikirin biha ye. Loma jî em her roj gamêşên xwe tînin vir."

 

http://aa.com.tr/tr/vg/video-galeri/dondurucu-sogukta-hayvanlara-taze-ot-buluyorlar/0

Editör: TE Bilisim