VAN

Li herêma rojhilatê Anadoluyê serma tesîra neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr bi taybetî jî hewa heya 12 pileyan dikeve bin sifirê û ev jî dibe sedema qerimîna çem, sûlav, gol û golên piçûk.

Li taxa Kiziltaşê ya navçeya Edremîtê boriyên xeta şebekeyê ya embara avê ji ber sermayê qerimîn.

Embara avê ji ber sermayê teqiya û ava ku jê herikî bû mîna qûleya cemedê.

Erizeya embara avê ya ku ji ber teqînê derûdora wê cemed girt, bi destê ekîbên Îdareya Av û Qanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) va hat temîrkirin.

Ekîbên VASKÎyê di nava pîjikên cemedê da bi zehmetî erizeya embarê temîr kirin.

Berpirsê ekîbê Nadîr Guneş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku embara avê 4 qat e û 20 mêtro jî bilind e û wiha domand, "Em li ser embarê biqasî 2 saetan xebitîn. Digel serma û seqemê em bênavber karê xwe dikin."

Guneş bal kişand ku xebata li ser embara rîskan jî di xwe de dihewîne, lê ji ber ku wan, xebata xwe bi kontrol meşand tu pirsgirêk derneket û wiha pê da çû:

"Bi pergala bobîna ceyrandar av diherike embarê. Ji ber sermayê boriya tehliyeya jêr qerimiye. Ji ber cemedgirtinê borî teqiyaye. Ava ku ji boriyê herikiye jî bûye sedem ku her der biqerime. Me cemed şikand û wisa me karibû ku em deriyê klûbeya kontrolê vekin. Ji ber sermayê herçiqas karê me zehmet be jî em nikarin welatiyan bêav bihêlin. Peywira me ye ku di nava zor û zehmetiyê da jî em xizmeta xwe bidomînin."

Editör: TE Bilisim