Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Behra Wanê ji qirêjiyê bê parastin hewl dide.

Behra Wanê bi siruşt û ava xwe ya xweş û zelal her dem bala tûrîstan dikişîne û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Behra Wanê ji qirêjiyê bê parastin hewl dide.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo pêşnûmaya qanûnê ya 2 sal berê hat amadekirin hewl dide bişîne ber destê Meclisê û bi alîkaiya Bankeya Bajaran tesîsa paqijkirinê bike dewrê.

Şaredariyê ji bo heriya binê behrê û qirş û qalên li ser ava behrê bê paqijkirin îhaleyeleke 5 bi milyon lireyî çêkir û ji bo parastina behrê jî di nav hewldaneke mezin da ye.

Mustafa Yalçinê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir îsal ji bo paqijkirina Behra Wanê û derora wê hewl didin.

Yalçin destnîşan kir pêwîstî bi tesîsa paqijkirinê heye û got berê ji bo vê bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra peymanek hatiye çêkirin.

Mustafa Yalçin diyar kir ji bo paqijkirina heriya di bin behrê da îhaleyeke bi 3 milyon lireyî û ji bo paqijkirina qirş û qalên ser behrê jî îhalekeye bi 2 milyon lireyî çêkirine.

Editör: TE Bilisim