Kadeyên (Kilorên) ku li Wanê tên çêkirin, ji ber tehma wan, ji Tirkiyeyê û dervayê welêt eleqeyeke mezin dibînin.

Kilorên Wanê yên ku li hin firinên bajêr tên çêkirin li ser sifreya taştê ya Wanê jî ciyê xwe gidrin. Xêncî Tirkiyeyê ji Îran, Iraq û Rûsyayê jî eleqeyeke mezin nîşanî van kiloran didin. Hasan Dumanê ku li firina xwe kiloran lê dixe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 28 sal berê ji bavê xwe hînî petandina kiloran bûye û ji wê rojê vir da her roj tehma kiloran xweş dibe.

Duman destnîşan kir ku li daxwazê kilaran dişînin bajarên din û dervayê welêt û wiha got: "Kilorên ku li firina me ya 65 salî tên petandin li gelek ciyên dinyayê tên zanîn. Em ji mişteriyên me yên ku li dervayê welêt dijîn ra bi karkogê kiloran dişînin. Hin caran jî çaxa ji dervayê welêt dikirin û bi xwe ra dibin. Kilorên me demeke dirêj xirab nabin."

Duman got ku berê îmkanên wan kêm bûn lêbelê nika bi tiştên ku teze derketine va tehma kiloran ji berê xweştir kirin.

- "Di ambalajên taybet da tên mihefezekirin"

Duman got ku li nav welêt kilorên wan qasî hefteyekê xirab nabin, çaxa ji dervayê welêt ra dişînin jî ambalajên taybet bi kar tînin.

Duman destnîşan kir ku kilor di van ambalajan da qasî 30 rojî tên mihefezekirin û mişteriyan wan jî ji bo vê kêfxweş dibin.

Cumhur Karakuşê ku ji Edeneyê hatiye Wan jî got ku 80 kilor sitandiye û ew ê wan bi xwe ra bibe Edeneyê.

Editör: TE Bilisim