Guldexwînên ku biharê li serê çiya û deverên asê yên Anadoluyê dibişkivin û ji aliyê xelkê herêmê wekî "bûka digirî" tên binavkirin, derûdora xwe dixemilînin û geş dikin.
Guldexwînên ku biharê li serê çiya û deverên asê yên li Wan û Hekariyê û herwiha yên nêzîkî peravên Gola Wanê dibişkivin û ji aliyê xelkê herêmê wekî "bûka digirî" tên binavkirin, bi bedewaiya xwe va di danasîna herêmê da roleke berbiçav dilîzin.
Xelkê taxê Sedrettîn Bayezît diyar kir ku hinek caran hin kes dixwazin ku toximê guldexwînan ji şûna wan derxin, lê ew dibe asteng.
Bayezît herwiha bal kişand ji bo ku bi awayekî baş bên parastin, divê dora goristanê bi dîwarekî bê girtin û êvaran bê ronîkirin. Bayezît ji bo vê jî ji rayedaran alîkarî xwest.
Midûra Dibistana Seretayî ya Dîlmetaşê Kader Avciyê jî destnîşan kir ku ew bi derfetên xwe guldexwînên li nava goristanê mihafeze dikin
Güncelleme Tarihi: 01 Mayıs 2017, 22:48