Li Çaldirana navçeya Wanê ya ku ji cihên herî sar ên Tirkiyeyê ye medeg dikevin ava Çemê Gola Qazan û di nav avê da diçêrin.

Zivistanê li navçeyê germahiya hewayê carcaran dadikeve di binê sifriê da 40 pileyî, heywandar heywanên xwe tînin Çemê Gola Qazan a ku 7 kîlomêtreyî dûrî navendê ye û li wê derê diçêrînin.

Heywandar bi vî awayê hem ji alif teseruf dikin hem jî medegên wan çêreya hêşin dixwin û şîrê wan zêde dibe.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Çaldiranê Tekîn Dundar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê heywandarî tê kirin, di nav heywanan da medeg jî hene.

Dundar got ku zivistanê medeg ji ava sar çêreya ter derdixin û bi vî awayî diçêrin û wiha pê da çû: "Li gola nêzî navêndê hikmeta Xwedê di avê da çêreya dişibe kewzê hêşin dibe. Dema berf dibare û rûyê avê dicemide medeng çêreya di binê avê da derdixin û dixwin."

- "Navçeya herî sar a Tirkiyeyê"

Dundar destnîşan kir ku heywandar bi şîrê medegan va mast dimeyînin û û difroşin, pê debara xwe dikin.

Dundar got dema li ciyakê hewaya sar û berf hebe dibê hema ji hêla neyînî va li wê derê mêze nekin û wiha pê da çû:

"Navçeya herî sar a Tirkiyeyê Çaldiran e. Niha jî mêze bikin nîvro ye û germahiya hewayê di binê sifirê da 15-18 pile ye, lêbelê serma bi tenê li vê derê tune. Hema hema tevahiyê welatên pêşketî yên li dinyayê sar in. Swîsre, Kanada û Norwêc, li van deran ji berfa me zêdetir ber û ji sermaya me zêdetir jî serma heye. Lêbelê gelên wan deran bi xebatê va welatên xwe gihandine astekê. Çima em jî wisa nekin? Çi em jî ji heman potansiyelê îstifade nekin. Sira vê xebat e û ked e."

Heywandaran jî gotin ku zivistanê heywanên xwe tînin li golê diçêrînin, ji şîrê medegan jî mast dimeyînin û mastê medegan ji bo tenduristiyê baş e.

Editör: TE Bilisim