Piştî ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu daxuyanî da û destnîşan kir ku wê navenda Şirnexê bar bikin Cizîrê û navenda Hekariyê bar bikin Yuksekovayê, welatiyên li herdu navçeyan kêfxweş bûn.

Cizîrê di dîroka Mezopotamyayê da tim di nav bajarên herî girîng da cî girtiye. Bi hatina Îslamê ra jê ra Cezîre hatiye gotin ku tê meneya "nîvgirav"ê. Di dema komarê da navê wê wek Cîzre tê guherandin û heta 1990î li ser Mêrdînê dimîne. Piştî ku di 16ê gulana 1990î da Şirnexa navçeya Sêrtê dibe bajar, navçeyê ji ser Mêrdînê hildidin bi Şirnexê ra tê girêdan.

Her çiqas Cizîr navçe be jî nifûsê wê ji Şirnexê zêdetir e. Li Cizîrê 132 hezar û 857 kes, li Şirnexê jî 61 hezar û 335 kes dijîn.

Balafirgeha Şerafettîn Elçî ku sala par hat çêkirin 55 kîlomêtro dûrî Şirnexê û 15 kîlomêtro jî dûrî Cizîrê ye.

- "Wê welatiyên Cizîrê kêfxweş bibin"

Serokê Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Cizîrê Suleyman Çagli der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku daxuyaniya Serokwezîr Davutoglu di cî da ye.

Çagli diyar kir ku di serî da aborî şert û mercên Cizîrê li gor Şirnexê baştir e û got ku dema bibe bajêr wê di demeke kurt da pêşva here.

Çagli diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê da Cizîr gelekî pêş ket û wiha got: "Wê demê 8 fabrîqe hatin vekirin û çêkirina 12 fabrîqeyan jî dewam dike. Ji ber ku Cizîr 50 kîlomêtro dûrî Iraqê ye bala karsazan dikşîne. Heger bibe bajêr û rewşa berê çêbe wê li Cizîrê fabrîqe vebin."

Serokê Yekîtiya Mixtarên Cizîrê Seyîthan Tuncer diyar kir ku dixwazin navçe bibe bajêr û got ku wê feydeyên mezin bi xwe ra bîne.

Midûrê Dibistana Bilind a Zanîngeha Şirnexê Vedat Sonmez diyar kir ku navçe bibe bajêr wê gelek pirsgirêk çareser bibin û got ku wê ticaret pêş bikeve.

- Welatiyên li Yuksekovayê jî ji ber biryarê kêfxweş in

Li Yuksekovaya ku li rojhilatê wê Îran û li başûrê wê jî Iraq heye welatî ji ber daxuyaniyên Davutoglu kêfxweş in.

Navçeya ku nifûsê wê 117 hezar e û qederê 40 hezar nifûsê wê ji Hekariyê zêdetir e, 80 kîlomêtro dûrî Hekariyê ye.

Ji bo Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî ku digel êrîşên PKKyê di 5 salan da hat çêkirin 102 milyon hat xerckirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Yuksekovayê Salih Ozdemir diyar kir ku ji ber daxuyaniyên Serokwezîr Davutoglu kêfxweş bûn û wiha got: "Ev ji bo herêmê pêwîstiyek bû. Li navçeyê potansiyela ticaretê zêde ye."

Editör: TE Bilisim