Li qeraxê Îskeleya Gola Wanê firotina masiyan ya ku li ser keştiyan tê kirin, ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.

Masîfiroşên li qeraxê Gola Wanê dixebitin, serê sibê masiyên kefal ji avê derdixin û nîvro jî li ser dezgehên keştiyan dibirêjin û paşê jî difiroşin.

Welatî eleqeyeke mezin nîşanî masiyan didin. Hin welatî li ser maseyan rûdinin û masiyên xwe dixwin, hin jî xwarina masiyan ya di nava nan de tercih dikin.

Piştî xwarinê welatî li qeraxê golê ji xwe re dimeşin.

Yavuz Taşdemîrê masîfiroş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji sala 1989an vir va bi firotina masiyan debara xwe dike. Taşdemîr got ku piranî ew masiyên gola Wanê difiroşe û ev jî ji bo nasandina Wanê xizmetek e.

Editör: TE Bilisim