HAKKARÎ

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê qedexeya derketina derva ya ku di saet 23.00an de hatibû îlankirin, hat rakirin.

Walîtiyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku li Yuksekovayê ji 7ê çileya pêşîn pê ve heta emrekî duyemîn derketina derva hatibû qedexekirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Yuksekovayê bûyerên terorê zêde bûn. Ji ber ku ewlehiya can û malê welatiyan bê parastin, aramî û ewlehî car din çêbibe li giştiyê navçeya Yuksekovayê ji 7ê çileya pêşîn ji saet 23.00an pê ve, heta emrekî duyemîn derketina derva hatibû qedexekirin. Ji çûyîn û hatina navçeyê re jî destûr nedihat dayîn. Îro ji saet 05.30an pê ve qedexeya derketina derva hat rakirin. Ji ber hesasiyeta welatiyan em spasiya wan dikin."

Terorîstekê ku bi tivingê êrîşî hêzên ewlekariyê kir hat kuştin

 Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di dema operasyona ku ji bo ser hendekên ku endamên PKKya rêxistina terorê vekiribûn bigrin dihat kirin da terorîstekê ku bi tivingê êrîşî hêzên ewlekariyê kir hat kuştin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê li taxa Ormanê ji bo ser hendekên ku terorîstan vedabûn û tê da bombe bicî kiribûn bigrin bi şev di saet 01.30yî da operasyon kirin.

Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku di dema operasyonê da bi rokêtavêj û tivingan êrîşî hêzên ewlekariyê kirin û wiha hat gotin: 

"Hêzên me yên ewlekariyê demildest bersiv dan wan û li ser vê pevçûn derket, di pevçûnê da terorîstekê ku bi rokêtavêjê êrîş dikir hat kuştin. Di encama midaxeleyan da gelek bombe hatin îmhekirin û barîqat hatin rakirin û konê mertalê zindî ya ku li raxê Mizgefta Qişleya Berê hatibû wergirtin jî hat rakirin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku dema wesayîta bizirx ji rê derbas dibû bombeya ku endamên rêxistina terorê bicî kiribûn hat teqandin, di teqînê da 2 hêzên ewlekariyê birîndar bûn û lêpirsîna ser bûyerê dewam dike.

Editör: TE Bilisim