Wergêr: Saadet ÇİÇEK*

 

Diya min a delal, ez pir ji te hez dikim, çima her dem tu xayis dibî û her dem xemdar û melûl  li min dinihêrî, çima her car heman pirsan ji min dikî? Tu çima her dem sucdar kirina xwe terk nakî û çima dev ji hêrsîtî ya xwe bernadî? Lê  wextê min ji milyaketan re got: “Heke di vê rewşê, hûn min bişînin dinyayê, ez ê çi bikim li wê derê? Ji min re gotin: “Ne tirse! Wê li wê derê diya te hebe,  me ji bo te diyek a qenc ‘eciband; ew ê ji me delaltir xwedîtîya te bike. Gelek tiştan, ew ê hînî te bike. Hema ji bîr neke ku, gelek tişt jî hene, tê hînê wê bikî. Wê ew hinê te bike carinan jî tu yê hînê wê biki û rojek tê bikaribî bijî bi tenê.”

De dayîkcana min em dest bi xebatê bikin, divê ewil ez ji te re ne wek ceza wek xelatekêe hatime şandin, ez xelata te me divê tu vê fêm bikî. Dayîkcana min ne hewceye ku tu di vê xelatê de cizyekî bigerî, divê tu demildest dev jî lêgerîna sedeman berdî, bal û giraniya xwe bidî ser encaman.

Ji min şerm neke, guh nede li nerînên mirovan, tu herî ku derê min bibe wê derê. Heke tû bixwazî ku ez bikaribim kar bikim bi tenê, qet guman neke ku ez fêm nakim; min bibe  qonserê (sazdêranê), tiyatroyê (şanoyê), sinemayê dayika min… Qed kifş nabe, belkî jî ez û tu riwangeya komelê li melekan re veguherînin, ha (dayika min). 


Hadê rabe dayika min, em herin  behrê, soberiyê hinê min bike. Her dem ji rûniştina li malê ez bêhnteng bûm. Îdi tenê, ez wextê diçim dibistanê derdikevim derve. Temam, ez ji tere soz didim, wextê êvarê em vegerîyan ez ê erkê xwe tev çêkim. Ez zanim ku,  peywira ku (hatiye danîn ser milê te)  dane te gelek dijwar e, lê belê ji bîr neke kû em ne bi tenê ne, hîn bûna min giran be jî ez hîn dibim, ez diperisim, ez mezin dibim. Di demake nêzik de ez ê hîsên xwe bi awayekî bi deng ji te re bêjim. Lewra ev dema hêzdarbûnêye, dayika min.


Ew  melekên ku dora me bûn ka bîne bîra xwe, çi gotibûn “diyate heye, ne tirse, ew ê te starbike, wê her tiştî hînê te bike. Xwedê  ji bo te, di nava wan de yê herî baş ji bo te hilbijart. Wextê tu li ba minî ez qet natirsim tu zanî dayika min ê? Lewra Xwedê navbera dêyan de, ji bo min  te acibandîye. Nebî tu silîkîn bibi ji bavê min u ji eqrebeyê meyê din ji bonî tu zen diki ku ew, me bi tenê dihêlin; bi zanibe ku ew weka te ne bi qewetin… Dayika min, binêre! Tê bibînî heke di rewşa min de em bipêşve herin, wê ew jî şaş bimînin û ew ji bigîhişine me…


Ez û tu taybetin.  Bifikre derheqa tiştên ku, heta vêga me hinê hev kiriye, em çikas pir hîn bûn; navbera komela xwe de ji, tiştên ku em peşî de bi wan ne hesiyabûn, vêga em bi wan hesîyan û dayika min e, emê bi serkevin (bi kesibin). Wê  rojek were ku ez ê bi tenê, bikaribim biçim daristanê, bikaribim bilîzim, bikaribim biqarîna şerqî bibêjim, belhizokîyan bikim û rû bigirim; bi ser de jî, tê ji balkonê “hadê meleka min, dereng bû, îdî were malê!” gazî min bikî, ezê  jî ji te re bikaribim bibêjim “lê dayika min ê, ez hinekî din dixwazim bilizim.” 


Vana teva, bi saye te –ku tu hatiyi hilbijartin- ezê çêkim. Lewra tû keseka pir taybetî nebûya Xwedê te ne di’aciband dayika min. Tû çi bikî bike,  hema min ji komelê dûr nehêle dayika min;  weka ku li seri de jî  min gotibû, guh nede li nêrînên mirovan, tu herî ku derê min bibe wê derê, lewra, bi te re her tişt delaltir e dayika min…



[1] Bingöl Üniversitesi, Yaşayan Diller Enstitüsü, Kürt Dili ve Edebiyatı, Yüksek Lisans Öğrencisi

Editör: TE Bilisim