Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan di mitînga 8'ê Adarê ya li Wanê pêk hat de axivî û diyar kir ku wê silavên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji jinên kurd re anî û wiha got: “Bila gelê kurd rihet be li Îmraliyê Birêz Ocalan bingeha aştiyekî bi rûmet diavêje." Li Wanê DOKH’ê bi minasebeta 8’ê Adarê mitînga bi navê “Ji Rosayan heta Sakîneyan riya we riya me soza we soza me ye” pêk hat. Parlamentera BDP’ê Pevîn Buldan, rêveberên BDP’ê yên jin, şaredar, Dayikên Aştiyê, KESK û bi hezaran jin tevli mîtîngê bûn. Dayika Aştiyê Hanîfe Kaya di mitîngê de axivî û 8’ê adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Êdî bila aştî pêk bê. Bila Sakîne, Leyla û Fîdan nemirin. Divê xwîna Sakîneyan li erdê nemîne. Divê em li her derê têkoşîna xwe bidin.” Pişt re peyama jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hat xwendin. Pişt re Hûnermend Xecê derket ser dikê û stran gotin.Di mitîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê hat xwendin. Di dema peym hat xwendin de jinan slogana “Bijî Serok Apo” berz kir. Pişt re Hevseroka Rêxistina BDP’ê Fîgen Yaşar axivî û diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe bi hêz bidomînin.‘EM SPASIYA OCALAN DIKIN’Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan jî axivî û wiha got: “Jinên rêzdar min ji we re silavên birêz Ocalan anîn. Birêz Ocalan got, ‘Ger ku jin azad nebe ew jî azad nabe’ Em ji bo vê yekê li qadan in.” Buldan, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de jin her tim di pêşiyê de bûn û wiha bilêv kir: “Îro jinên kurd bi têkoşîna birêz Ocalan daye destpêkirin li qadan in. Em careke din ji birêz Ocalan re sipasiyên xwe dişînin. Ez rêhevalên me yên jin ên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest da bi rûmet bi bîrtînim. Ez hemû jinên di girtîgehê de silav dikim.” JI TÊKOŞÎNÊ TAWÎZ NEDANBuldan, da zanîn ku di têkoşîna azadiyê de bi hêsanî nehatin vir û wiha pê de çû: “Heta em hatin vê astê em gelek îşkence, şîdet û zext dîtin. Em li vir careke din îlan dikin. Em nabin koleyê zilam. Em destûrê nadin tu zilam li ser jinan siyasetê bikin. Em destûrê nadin bêyî vîna me zewac pêk bên. Divê jin bi vîna xwe tevbigerin. Siyasetê bikin. Divê ji vîna jina re hûrmet bê nîşandan. Heke dê jin li her derê derbikev pêşiya we û ji we re bêjin rawestên. Em bi êşan hatin vir. Gelek caran em rastî lêdanan hatin. Lê ligel vê yekê me tu tawîz dest ji têkoşîna xwe bernadan. Dayikên Wanî baş dizanin çawa di erdê re hatin rakêşandin. Gelê Wanê baş dizane ku birêz Fatma Kurtulan û Bekîr Kaya çawa hatin girtin. Ji ber vê yekê pêvajoya em tê de gelek girîng e.” BINGEHA AŞTIYA BIRÛMETBuldan, da zanîn ku divê tu kes biguman û diltirs nebe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bila gelê kurd baş bizane li cem wan birêz Ocalan heye. Li Îmraliyê bingeha aştiyekî bi rûmet tê avêtin. Em hemû naxwazin ciwanên me êdî jiyana xwe ji dest bidin. Ked û têkoşîna me ji bo vê yekê ye. Tesîsa aştiya bi rûmet ji bo vê yekê ye. Birêz Ocalan bingeha aştiya bi rûmet diavêje. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala hemû gelan a bi ziman û çanda xwe ya azad bijîn. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya birêz Ocalan.”  EM CEM OCALAN INBuldan axaftina wisa berdewam kir: “Dê sanciyên vê pêvajoyê hebin. Weke guleyên li Sakîne, Leyla û Fîdan hatin dayin. Em dê di vê pêvajoyê de bi hêz rawestin. Ji ber vê yekê guleyên li 3 hevalên me hatin dayîn li gelê kurd û jina kurd hatin dayîn. Em dê bi hêza wan her tim têkoşîna xwe bidomîn in. Em dê her tim li cem birêz Ocalan rawestin. Ji bo ev pêvajo vegera pêvajoya aştiyê em dê têkoşîna xwe bidomîn in. Newroz tê. Gelê Wanê dê di Newrozê de girêdana xwe ya bi birêz Ocalan re û heskirina xwe ya bi aştiyê re careke din biqêrîn e. Ez niha Newroza we pîroz dikim.”Piştî axaftinan hunermend Hevî Goken, Ruken Yilmaz û Kewê derketin ser dikê û stran gotin.WAN / DÎHA
Editör: TE Bilisim