Li hin cihan bi sedema çêkirin û tamîra rê û li hin cihan bi sedema berf, ba û pûkê veguhastin bi şiklekî kontrol tê birêvebirin.

Li gorî bultena rojana ya Rêveberiya Giştî ya Rêbejayan, rêyên di navbera Bazîd-Çaldiran-Wan, Erûh-Şirnex û Hekarî-Çukûrcayê, bi sedema berf û bapûkê ji hatûçûnê ra girtî ne.

Rêya di navbera Artvîn-Erziromê û kîlometra 7-8 ya navbera sînorê wîlayetê, rêya Oltûyê bi sedema hezazê di navbera seatên 16.30-17.30yî da, veguhastin di rêya servîsê ra, bi şiklekî kontrol bê birêvebirin. Di demên din da, heman rê wê ji hatûçûnê ra girtî be.

Editör: TE Bilisim