“Pêvajoya Çareseriyê” ya ku ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin derbasî qonaxeke hestiyar bûye û her kes li benda roja 1ê Îlonê ye.

Dihat gotin ku Ocalan dê roja 1ê Îlona îsal daxuyaniyeke dîrokî bide lê Nûnerê rojnameya Cumhuriyetê li Enqereyê Utku Çakirozer dibêje, ev daxuyanî nayê dayîn.

Li gorî Çakirozer, Ocalan dê li benda hikûmeta nû her wiha li benda Encumena Çavdêriyê û gavên ku hikûmeta nû bavêje, be. Eger pêvajo bi awayekî erênî bimeşe Ocalan dê roja 30ê Îlonê bang li PKKê bike “bi tevahî derkevin derveyî sînor” û agirbesta heta hetayî were ragihandin.

Ocalan vê peyama xwe dê bi vîdyoyê bide şanda HDPê.

Roja 1ê Îlonê dê li gelek bajarên Tirkiyeyê mîtîngên aştiyê bên lidarxistin. Eger şanda HDPê here Îmraliyê tê pêşbînîkirin ku Ocalan banga agirbesta heta hetayî bike û peyamekê jî belav bike.

Ji aliyekî din, Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Karasû, di nivîsa xwe ya ku di rojnameya Ozgur Gundemê de hatiye belavkirin, daye zanîn, şanda ku diçe Îmraliyê dê vê carê çend rojan bimîne her wiha dê hinek girtiyên nû bişînin Îmraliyê. Ew girtî dê bi alîkariya Ocalan hinek projeyan amade bikin.

Karasû he wiha aniye ziman, ew li bendê ne ka hikûmet dê vê yekê bike yan na û eger bike jî gelo dê tenê ji bo hilbijartinên bê van tiştan dike?

Mistefa Karasû di nivîsa xwe de ku bi navê Husên Alî hatiye weşandin, bi awayekî şikber li hewlên hikûmetê bi taybet daxuyaniyên alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay nihêriye û wiha gotiye: “Em hêvîdar in nexşerêya Atalay xapandin nebe…”

Şanda HDPê roja 13ê Tebaxa îsal bi Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay re hevdîtin kiribû. 14ê vê mehê jî Şêwirmendê MÎT Hakan Fîdan çûbû ba Ocalan, rojekî piştan van hevdîtinan şanda HDPê çûbû Îmraliyê û paşê li Qendîlê bi KCKê re civiyabû.

Editör: TE Bilisim