Hemleya veberhênan û pêşketinê ya ku herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê di xwe da dihewîne, li Wana ku bi deşt û zozan, çiyayên bilind û curenebatên xwe yên endemîk va li Tirkiyê navendeke giring a veberhênana hingiv e, mêşvan kêfxweş kirin.

"Bernameya Navendên Cazîbeyê yên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Hemleya Veberhênan û Piştevaniyê" ya ku Serokwezîr Bînalî Yildirim li Diyarbekirê ragihand û tê pêşbînîkirin ku di 2016-2020an da 62 milyar lire veberhênana qamûyê were kirin. Li Wanê digel hemû qadan, sektora mêşvaniyê jî ji vê hemleyê hêvîdar e û li bendê ye ku sektora wan jî geş bibe.

- Bi hemleya aboriyê ra veberhênana hingiv dê zêde be

Serokê Yekîtiya Mêşvanên Wanê Halil Tandogan destnîşan kir ku ne rast e, meriv pakêtên teşwîqê wekî "baş" û "xirab" tesnîf bike û wiha got, "Li herêmê her gav û sepanek bona me giring e ku em mêşvaniyê pêşva bibin."

Tandogan bal kişand ku ewê her cure alîkariyê pêşpêş bikin da ku mêşvan ji bernameyê sûdê werbigirin û wiha xeberda:

"Bona sûdwergirtina ji hemleya veberhênan û pêşketinê me ji niha da dest bi xebatê kir. Bona pêşketina sektora hingiv me pêdivî bi van pakêtan heye. Bi taybetî emê jî di nava projeyên teşwîqê yên Dezgeha Pêşketina Çil û Çiyan da cî bigirin. Bi pakêtên teşwîqê ra karîgeriyên piçûk dê mezin bin. Bi vî awayî mêşvanên ku berê 100 kewar hingiv digirtin dê 500, belkî jî dê hezar kewarî bigirin."

Tandogan diyar kir, bi hemleya veberhênan û pêşketinê va ew ê di warê hilberîna hingiv da bibin desthilatekî û wiha dewam kir: "Mêşvanî pêş bikeve sektorên din jî wê tesîra xwe jê hildin. Ango çêkirina kewaran, ambalajkirina hingiv û sektorên ku bi mêşvaniyê ra têkildar in jî wê pêş bikevin. Bi vî hawî hem aboriya bajarê me hem ya welatê me xurt be."

Ji mêşvanan Metîn Elasan jî got ku hemleya veberhênan û pêşketinê ji bo mêşvanên herêmê wê bibe teşwîqeke giring.

Elasan ji bo xurtbûna mêşvaniyê ew hêvîdar e û wiha dewam kir: "Li herêmê teşwîq çi qas zêde bibe ew qas hilberînê zêde bibe. Bi vê bernameya veberhênanê va mêşvanên herêmê wê hejmara kewarên xwe zêde bikin. Wan ji bo hilberîna hingiv cihekî navendî ye. Heke dewlet piştgitriyê bide, hingivê me yê heta bazara navnetewyî here. Ev derê jî bibe depoya hingiv."

Elasan got ku bi hemleya veberhênan û pêşketinê va li Wanê îxracatê jî zêde bibe, sehayên kar wê vebin û pirsgirêka bê kariyê jî wê ji holê rabe. (AA)

Editör: TE Bilisim