Konseya Xwendekaran a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Projeya "Ez Sifreya Xwe Parvedikim" da destpêkirin û bi vê projeyê va xwendekar diçin malan.
Konseyê di çarçoveya berpirsiyariya civakî da proje da destpêkirin. Bi projeyê va mebest ew e ku xwendekarên ku ji malbata xwe dûr ketine û bîra rabûn û rûniştina malê kirine, bi malbatên dildar ra werin bal hev.
Di projeyê da malbatên dildar cih digrin û xurekê xwe û hizûra mala xwe bi xwendekaran ra parve dikin.
Mebest xwendekar li malan xurekên Wanê jî tehm bikin û ji aliyekê va jî mêvanperweriya waniyan bibînin û ew û malbat hevdu binasin.
Konseya Xwendekaran bangî xwendekarên ku dixwazin li Wanê jî malbateke wan çêbibe û bibin mêvanê sifreya malbatan, kir û ragihand, tenê xwendekarên ku di wargehê da dimînin dikarin serlêdanê bikin.