Berpirsê Kurdî-Derê yê Wanê, Îsmaîl Aşkan diyar kir ku ew xwe ji bo pîrozkirina roja 21 Sibatê ku wek “Roja Zimanê Dayikê” tê naskirin, amade dikin.Li gorî nûçeya DÎHAyê, berpirsê Kurdî-Derê yê Wanê Îsmaîl Aşkan îro (17.02.2013) li avahiya saziya Kurdî-Dera Wanê li bara bernameyên xwe yên roja zimanê dayikê civîneke çapemeniyê saz kir.Aşkan behsa dîroka roja zimanê dayikê kir û got ku gelê kurd li Tirkiyê bi salan e xebat dike ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.Berpirsê Kurdî-Dera Wanê li bara bernameyên xwe yên roja zimanê dayikê de jî wiha agahî da: “Me bi helkefta roja zimanê dayikê, ji îro (17.02.2013) dest pê kir û pêşangehek pirtûkan me li Kolana Sanat a bajêr vekir. Emê roja 21 Sibatê saet 12:30 jî, li Parka Feqiyê Teyran a Wanê civîna çapemeniyê û heman rojê saet 16:00 merasimekî bi beşdariya hunermendan saz bikin.”Di civînê de ji bilî Îsmaîl Aşkan, berdevka meclisa Kurdî-Derê Xecê Kiye û rêvebera komeleyê Guneş Kaba amade bûn.Roja Zimanê Dayikê Çawa çêbû?Roja 21 Sibata 1952 li Bengleşê, xwendekarên Bengal ji bo ku zimanê Bengalî bibe zimanê xwendinê, xwepêşandan kirin lê rastî êrişa hêzên hikûmeta wê demê ya Benglaeşê hatin û di encamê de gelek xwendekar hatin kuştin. Ji ber wê bûyerê, roja 21 Sibatê sala 1999 ji aliyê UNCESCO ve wek Roja Zimanê Dayikê hat binavkirin. Rudaw
Editör: TE Bilisim