1’emîn Mihrîcana Pirtûk a Wanê ji aliyê Parêzgariya Wanê ve dê îsal were li dar xistin. Ev çend sale li Wanê de gelek mîhrîcan tên organîze kirin. Wek mînak: “Mîhrîcana Masiyê Wanê”, “Mîhrîcana Feqîyê Teyran”,”Mîhrîcana Behra Wanê”, “Mîhrîcana Sorewilkên Arçakê”, “Rojên Filmên Wan û Îranê”, “Li Podyumê Pisîka Wanê”. Îsal jî bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ve Mihrîcana Pirtûkan a Yekem ji bo gelê Wanê tê sazkirin.

 

Ev ji bo Waniyan pêngaveke mezin e. Ji ber ku ev kar pêdiviyeke mezin bû. Wan jî dê êdî wek Bajarên Mezin ên din xwedî festîvaleke pirtûkan be. Mîhrîcan dê bibe hevdîtineke rengîn. Xwendekar, nivîskar û pirtûk dê bigihêjin hev du. Di mîhrîcanê de ji bilî firotina pirtûkan, gotûbêja nivîskaran û rojên îmzeyê jî dê hebin.

 

Weşanxaneyên Kurd yên wek; Nûpelda, Nûbihar, Avesta, Sîtav, Aram, Lîs, Doz û hwd jî hêvî dikin ku dê beşdarî mîhrîcanê bin û dê bibin xemla mîhrîcanê û rengeke rewnaq dê bidin festîvalê. Em hêvî dikin ku gelek nivîskarên Kurd jî beşdar bin û li ser wêje û çanda Kurdan gotûbêjan pêk bînin. Dîsa li gorî nûçeyan, nivîskarê Kurd Yaşar Kemal jî dê were welatê xwe û beşdarî mîhrîcanê be. Bi rastî hem Yaşar Kemal nivîskarekî navdar e hem jî bi eslê xwe xelkê Wanê ye ser wê yekê ev rewş dê ji bo Waniyên ku erdhejê de gelek bêkêyf bibûn re dê bibe moralekî mezin.

 

Alikarê Parêzgerê diyar kir ku cihê mihrîcanê dê di 23-30 Gulanê de were li dar xistin. Dê di binê avahiya VATSOyê (Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê), di Salona Civînê ya Vali Ali Paşa’yê de be.

 

Yakup AYKAÇ - Şehrivan

 

Editör: TE Bilisim