Li qeraxê Îskeleya Gola Wanê firotina masiyan ya ku li ser keştiyan tê kirin, ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.Masîfiroşên li qeraxê Gola Wanê dixebitin, serê sibê masiyên kefal ji avê derdixin û nîvro jî li ser dezgehên keştiyan dibirêjin û paşê jî difiroşin.Welatî eleqeyeke mezin nîşanî masiyan didin. Hin welatî li ser maseyan rûdinin û masiyên xwe dixwin, hin jî xwarina masiyan ya di nava nan de tercih dikin.Piştî xwarinê welatî li qeraxê golê ji xwe re dimeşin.Yavuz Taşdemîrê masîfiroş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji sala 1989an vir va bi firotina masiyan debara xwe dike. Taşdemîr got ku piranî ew masiyên gola Wanê difiroşe û ev jî ji bo nasandina Wanê xizmetek e.