Îsmaîl Aydinê Miftiyê Başkaleya navçeya Wanê mehra fermî ya ewil birî.

Miftî Aydin mehra fermî ya ewil ya Bîlal Aslan û Demet Hulya Ozerê li salona miftîtiyê bi merasimekê birî.

Miftî Aydin piştî merasimê daxuyanî da û wiha got:

"Ev îmze li gor mafê ku bi qanûnê dabûn me, me avêt. Mafê me û tu kesan nîne ku mehra kesên ji 18 salî biçûktir îmze bikin. Ev îmze li Başkaleyê ji hêla miftiyekî va cara ewil e tê avêtin. Bila ji bo me û her kesî li ser xêre be."

Editör: TE Bilisim