Încî kefalên ku di Behra Wanê da dijîn, dema xerzdanînê berevajiyê avê avjeniyê dikin û wexta ku rastî astengiyan tên jî xwe çeng dikin. Rêwîtiya balkêş a încî kefalan hê didome.

Încî kefal ji bo ku nifşa xwe bidomînin, her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de koçî ava şirîn dikin ku xerzên xwe daynin. Ev rêwîtiya wan a ber bi avên şirîn dîmenên rengîn derdixin holê.

Li navçeya Erdîşê benda mesiyan a ku li ser çemê Kertîsê hatiye çêkirin xalî namîne û gelek kes ji bo ku vê rêwîtiya masiyan bibînin, berê xwe didin benda masiyan.

Turîstên ku ji çar aliyê Tirkiye û dinyayê tên, bi wênekêş û kamerayên xwe va vê rêwîtiyê qeyd dikin.

Pinar Aya ku ji Hatayê seba rêwîtiya masiyan hat bajêr, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew kêfxweş in ku hatin bûn şahidê vê rêwîtiyê.

Editör: TE Bilisim