Li hewzeya Behra Wanê ya ku heta niha 213 cins çivîk lê hatine tespîtkirin ji ber barana zêde ya îsal dîtina lext û qut hêsan bû û çivîkên li wir pir qip dikevin.
Ji pênc deverên avî yên Tirkiyeyê yek jî derdora Gola Wanê ye û li vê derê gelek cisnên çivîkan hene û ji bo ziyaretvanan jî devereke gelekî xweş e.
Ji hêla zanista bi çivîkan ra eleqedar dibe ev der çavkanî ye û lêkolînerên tên herêmê dibînin ku ev der ji sûrewêtk, qubeqaz û gelek çivîk û teyrên din ra war e. Ev herêm ji ber ku li ser rêya koçê ya çivîkan e sal û donzdeh meh ji çivîkan xalî nabe û ji bo çar aliyê dinyayê bi vê herêmê bihesin jî her sal mihrîcan tên kirin.
Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê jî ji bo ku teyr û çûkên li herêmê didebirin di hêla temînkirina xwarin û qut da rastî zehmetiyê neyên tewdîrên hewce hildide.