Şaredariya Ercîşê ya ku bi Biryarnameya Hikmê wê wek Qanûnê ye va kes lê hat tayînkirin xebatên xwe didomîne.

Eraziya devê Gola Wanê ya ku nedihat xebitandin ji hêla Şaredariya Ercîşê va ji bo gel wek plaj hat çêkirin. Ji bilî vê li ser kolana Rêya Wanê ji bo xwendekaran Navenda Etudê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammed Safîturk hat vekirin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Mehmet Şîrîn Yaşar di merasima vekirina navenda etudê de axivî û got ji roja ku wan dest bi wezîfeyê kiriye vir va ew dixebitin û hewl didin ku Ercîş pêşva here.

Yaşar got li welêt gelek bedel hatine dayîn ku ew bigihêje vê rojê û ewê îro bi vekirina Navenda Etudê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammed Safîturk nehêlin ku navê wî bê jibîrkirin.

Qaymeqam Yaşar got dema wan wezîfeya qayumtiyê kiriye Serokwezîr ji wan re gotiye ku ev wezîfe jî qasî wezîfeya polês û leşkerên ku li serê çiyê têkoşînê didin girîng e û wiha dewam kir: "Li vê navenda ku me navê birayê min dayê wê gelek doxtor, endezyar û qaymeqam derkevin û ewê ji bo dahatûya welêt têkoşînê bidin."

Asim Safîturkê bavê Qaymeqamê Şehîd Muhammed Safîturk jî di merasimê de axivî û got rêxistina FETOyê bi hewldana 15 tîrmehê va gelek êş li gel da kişandin û wiha axivî: "Heke alîkariya Xwedê nebûya, Serfermandar, Serokomarê me û gelek kes wê bimirana. Xwedê lutûf kir, alîkarî da û me ew têk birin."

- Plaj hat vekirin

Piştî vekirina navenda etudê plaja gel a li devê Gola Wanê jî bi merasimê hat vekirin.

Qaymeqam Yaşar li vir jî axivî û got gel nikaribû zêde sûdê ji Gola Wanê werbigre lê bi saya vê plajê ewê bikaribin bikevin golê.

Yaşar got jinên 80 salî hene û emrê xwe li ber golê derbas kirine lê rojekê jî neketine golê û wiha dewam kir: "Me çawa dest bi kar kir me ev proje da li ber xwe û temam kir. Gelê Ercîşê wê kêfa Gola Wanê derxe.

Editör: TE Bilisim