Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêma Wanê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristî (SBU) ji bo ku di hiş û mêjiyê zarokan da wek cihekî xerab nemîne şibandin parka zarokan. Lewra zarokên li vê derê tên emeliyatkirin di şûna sedyeyê da li wesayîtên biaku tên siwarkirin û wisa diçin emeliyatê.

Li ser dîwarên nexweşxaneya ji bo mayîna 314 nexweşan cih heye di çarçoveya projeya "Nexweşxaneya Zarokan a Bikêf" da wêneyên lehengên fîlmên karton hatin neqşkirin. Ji bo zarokan tevlî cihê lîstikê dikana pêlîstokan, odeyên perwerdehiyê jî hatin vekirin û zarokên rewşa malbata wan xerab be jî dikarin ji xwe ra ji wir pêlîstokan hildin.

Serhekîmê Nexweşxaneyê Umît Haluk Îlîklerden diyar kir ku ew bi tenê ne ji şêniyên bajêr ra ew xizmetê dikin. Haluk got ku ew ji bo zarokên aciziya wan heye xizmetê didin û wiha pê da çû: "Me mixazeya alîkariyê vekir. Zarokên rewşa malbata wan baş nînin û ji bo demeke dirêj wê li vir bên dermankirin mêvanê me ne û ji şekalê bigre heya cilan çi hewce bike dikarin ji dikanê hildin.

Niha zarok dema dikevin hundirê nexweşxaneyê weke ketibin parqeke zarokan şaş û metel dimînin û kêfa wan ji bê yekê tê. Rayedaran ragihand ku ev hemû xebat ji bo zarok kêf bikin hatin kirin.

Welatiyên zarokên xwe tînin nexweşxaneyê jî ji vê sepanê razî ne û dixwazin ev yek dewam bike.

Editör: TE Bilisim