Hunermend Ebrahîm Hamediyê îranî yê ku bi navê "Ebî" tê nasîn li Wanê ji bo turîstên Îranî konserek da.

Hamedî ji bo konserê ji DYAyê hat Wanê. Konser li Salona Sporê ya Nur Tatarê hat lidarxistin.

Berzat Miyanagayê turîstê îranî got ku ew heyranê Hamedî ye û ew ji bo konserê hatiyê Wanê. Miyanaga wiha axivî:

"Wan bajarekî gelekî xweş e. Em li vê derê hem ji bo xwe tiştan dikirin hem digerin û hem jî kêfê dikin. Ev sê çar roj in em li vê derê ne. Îran û Tirkiye du cîranên baş in û em şibiya xwîşk û bira ne. Em ji Tirkiyeyê gelekî hez dikin."

Ji turîstan Peyman Azad jî got ku ew ev 5 roj e li Wanê ne û îro jî bi 'Ebî' re hatin bal hev. Azad wiha got: "Em û Tirkiye xwe gelekî nêzîk hev hîs dikin û em ji Tirkiyeyê gelekî hez dikin."

Ji bilî turîstan arîkarên Walî Mehmet Parlak û Onder Can, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Yalçin û Midûrê Spor û Ciwaniyê Nevzat Înanç jî guhdariya Konsera Ebrahîm Hamedî kirin.

Editör: TE Bilisim