Dadgeha Cezaya Giran a Wanê 15 sal cezayê girtinê da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya.
 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Endamê HDPê Cuneyt Caniş ji doza KCKê dihatin darizandin, Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bi hêceta “endamitiya rêxitinê” 15 sal cezayê girtinê da wan.
 

Bekir Kaya û Cuneyt Caniş ligel 10 siyasetmedarên din li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo endamtiya KCKê dihat darizandin.
 

Piştî parastina parêzeran şenda dadgehê biryar xwe da. Şande dadgehê ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê HDPê Cuneyt Caniş bi hêceta “endamitiya rêxistinê”15 sal cezayê girtinê da.
 

Herwiha Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ki bo siyasetmedarên din jî di navbera 7 sal û 12 salan de cezayê zindanê da.

 

- Ji bo Serokê Şaredariya Mezin a Wanê Kaya 15 sal hebs

 

Heyeta Mehkemeyê, ji ber sûcên "endambûna rêxistinê" her yek ji Serokê Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kaya, Cuneyt Caniş û Velî Avci bi 10 salan, her yek ji Nezahat Erguneş, Halis Cakir û Metîn Adugit bi 13 sal û 6 mehan, her yek ji Ahmet Şirin Yildiz, Mihriban Şah û Murat Durmaz bi 12 salan, her yek ji İhsan Guler, Abdulkerim Sayan û Derviş Polat bi 9 salan û Hecer Sarihan jî bi 7 sal û 6 mehan ceza kir.

Editör: TE Bilisim