Masiyên încî kefalê yên ku di dinyayê de tenê di Gola Wanê de dijîn zivistanê zêde ne û masîvan ji ber bereketa mesiyan kêfxweş in.

Ev masî biharê ji bo ku xerzên xwe daynin, ber bi avên şirîn ên ku diherikin behrê diçin û berovajiyê çem û kaniyên herikbar avjeniyê dikin da ku xwe bigihînin avên şirîn.

160 masîvan di heftê de çend rojan torên xwe diavêjin golê û masiyên digrin li bajêr û derveyî bajêr difroşin.

Ridvan Onerê ku 20 sal e li Gewaşa navçeya Wanê masîvaniyê dike ji nûçegihanê AAyê re got ku îsal masî zêde ne û ew ji ber vê kêfxweş in.  

Oner wiha axivî: "Em rojê qasî tonekî masiyên încî kefalê dişînin derveyî bajêr û bi taybetî Stenbolê. Em masiyan tijî bîdonan dikin û didin otobêsan ku ew teslîmî hala masiyan bikin. Bi vî awayî rojavayî jî vê lezetê tehm dikin."

 Cemal Mertê şofêrê kamyonê jî got ku ew bar ji Wanê dibe Bursayê û wiha axivî: "Dema min li ser rê masî dîtin min tehma masiyan meraq kir û stend. Ez ê li ser rê bêhna xwe bidim û wê demê masiyan bipêjim û bixwim. Yên mayîn jî ez ê ji malbata xwe re bibim."

Mehmet Çalimliyê ku di heftê de du rojan ji Elezîze tê Wanê jî got ku dema ew tê û diçe ji van masiyan dikire û ji heval û malbata xwe re dibe.

Ji hêla din ji bo ku masiyên încî kefalê li gola Wanê de bijîn û bên parastin xebat dewam dikin. Di navbera 15ê nîsanê û 15 tîrmehê de qedexeya girtina masiyan dest pê dike.

Editör: TE Bilisim